22 February 2026 - 23:30
Bafel Talebanî di hevdîtinekê de ligel Ammar Hekîm: Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ji bo hilbijartina serokomar amade ye

Servîsa Iraq û Herêma Kurdistanê - Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê di hevdîtinekê de ligel Ammar Hekîm amadebûna wê partiyê ji bo hilbijartina serokomarê Iraqê ragihand û tekez li ser temamkirina proseyên yasayî yên li parlamentoyê kir.

Ligorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x)–ABNA— Li gorî rapora Kurdpress`ê, Bafel Talebanî serokê Yekîtiya Niştimaniya Iraqê li çarçova serdana xwe ya bo Bexdayê, digel Emmar Hekîm serokê Tevgera Hikmeta Nîştimanî ya Iraqê, rewşa siyasî ya navçeyê û pêvajoya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê gotûbêj kirin.

Di heman demê de Bafel Talebanî tekezî li ser berdewamiya diyaloga niştimanî di navbera aliyên siyasî de kir û ragihand:

"Yekîtiya Niştimanî hewl dide ku jiyana hevbeş xurt bike û xizmetên zêdetir pêşkêşî gelê me yê ezîz bike."

Herwiha careke din tekezî li ser amadebûna Yekîtiya Niştimaniyan bo lidarxistina civîna Encûmena Nûnerên Iraqê ji bo hilbijartina serokomar û temamkirina proseyên yasayî û destûrî kir.

Your Comment

You are replying to: .
captcha